MÎHRÎCANA ÇAND Û HUNERÊ YA YILMAZ GUNEY A SÊYEMÎN ŞERTÊN BEŞDARIYÊ YÊN XELATÊN SÎNEMAYÊ

Her wekî di bergeha giştî ya mîhrîcanê de jî destnîşankirî ye, armanca me ji warê sînemayê jî “pêşbazî kirin” nîn e. Armanca me ew e ku em derdorên eleqedarî sînemayê bînin gel hev, bihêlin ew kes û kûs tecrubeya xwe li hev parve bikin, xewn û xeyalên ji bo qencî û bedewiyê bikin yek û hewesandina hilberîn û kedê ye.

  1. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney li ber hemû berhemên antîkapîtalîst, antîzayendperest, antîşovenîst, antîtuxmperest û antîemperyalîst vekirî ye.
  2. Bi berhemên sînemayê yên kurtefîlm, kurtebelgefîlm û kurtesenaryo divê beşdarî li mîhrîcanê bê kirin. Beşdar bi berhemên ji her cureyekê (cerebe, belgefîlm, animasyon, hwd.) herî zêde dikarin bi berhemekê tev lê bibin. Piştî tevlêbûnê, kollektîfa organîzasyona mîhrîcanê berhemên resen –bi şertê ku destûra derhêneran bigire- dikare di pêşandanên li mîcrîcanê de biweşîne. Berhem nayên îadekirin.
  3.  Mijar û teknîk serbest in.
  4. Sînordarkirna zimanan tune ye, lê ji bo berhemên bi zimanên din, jêrnivîsa tirkî hewce ye.
  5. Heke berhem zêde bin, dê koma pêştemaşekirinê were avakirin.
  6. Lijneya nirxandinê ji Selma Köksal, Reyan Tuvi, Handan Öztürk, Gizem Erman Soysaldı, Ahmet Soner, Hüseyin Karabey û Aydın Sayman pêk tê.
  7. Bi lijneya nirxandinê re dê nirxandin li ber beşdariyê vekirî bin û dê “Xelata Temaşevanan” bê dayîn.
  8. Berhemên di encama nirxandinê de tev li bernameya pêşandanê bibin, dê li bajarên Dêrsim, Amed, Êlih, Eskîşehîr, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Edeneyê bên nîşandan.
  9. Berhemên di encama nirxandinê de, di kategoriyên kurtefîlm, kurtebelgefîlm û kurtesenaryo de bên diyarkirin, dê di 14’ê Hezîranê de li Dêrsimê di Merasîma Xelatan de bên îlankirin.

AWAYÊ SERLÊDANÊ û TAYBETMENDIYÊN DAXWAZKIRÎ:

10. Divê fîlm di formatên HD, FULL HD de bin. (Fîlmên bi formatên 2K, 4K divê veguherinîn formatên destnîşankirî û wisa bişînin.)

11. Divê dema çêkirina berheman di navbera 2018-2020’an de be.
12. Dema dawîn a radestkirina berheman 15 Avrêl 2020 e. Fîlmên beriya vê dîrokê nehatibin şandin, dê neyên nirxandin. Ji derengmayîn û pirsgirêkên teknîk, komîteya sazkar ne berpirsyar e.

13. Ji bo ku fîlm ji hêla lijneya hilbijêr ve bên nirxandin, di çalakî û îlanên mîhrîcanê de bên bikaranîn û bên arşîvkirin, divê herî dereng heta 15 Avrêl 2020’an belgeyên li jêrê ji navnîşana yilmazguneyksf@gmail.com re bên şandin;

a) Forma serlêdanê ya bê kêmasî hatiye dagirtin (li ser lînka di dawiya metne de heye)

b) Lînk û şîfreya bikarhêner a malperên youtube.com an jî vimeo.com (divê herî kêm 4 mehan derbasdar be)

c) Herî kên 2 fotografên sahneyên fîlmê yan jî afîşa fîlmê û agahiyên jenerîka teknîk (kunye)

d) Fotografa derhêner (300 dpi) (divê li paş fotografê nav û paşnavê xwediyê/a berhemê hatibe nivîsandin)

e) Kurtejînenîgariya derhêner

f) Sînopsîsa fîlmê

g) Heke hebe, fragmana fîlmê (fîlmên ku tev li bernameya pêşandanê hatibin kirin, dê di malpera mîhrîcanê de bên weşandin)

Beşdarên ku serlêdan kirine, wekî ku şertên vê belgeyê pejirandibin, tên hesibandin.

XELAT:

– Ji bo 6 xwediyên berheman ku ji hêla lijneya nirxandinê ve bên diyarkirin, dê di 14’ê Hezîrana 2020’an de li Dêrsimê di merasîma xelatdayînê de;

– Ji bo xwediyên berhemên ku “Xelata Yilmaz Guney”, “Xelata Hewesandinê”, “Xelata Juriyê” û “Xelata Temaşevanan” wergirtine;

– Peykerokên taybet bi mîhrîcanê hatine sêwirandin, werin pêşkêşkirin.

– Ji hêla Weqfa Yilmaz Guney ve afîşên resen ên fîlmên Yilmaz Guney werin diyarîkirin.

– Dê seteke pirtûkên Yilmaz Guney ku ji hêla Weqfa Yilmaz Guney ve hatine weşandin, dê wek diyarî were dayîn.