SÊYEMÎN MÎHRÎCANA ÇAND Û HUNERÊ YA YILMAZ GUNEY ŞERTÊN BEŞDARIYÊ YÊN XELATÊN HELBESTAN

Her wekî di bergeha giştî ya mîhrîcanê de jî diyar e, armanca me ji warê helbestê jî “pêşbazî kirin” nîn e. Armanca me ew e ku em derdorên eleqedarî wêjeyê bînin gel hev, bihêlin ew kes û kûs tecrubeya xwe li hev parve bikin, xewn û xeyalên ji bo qencî û bedewiyê bikin yek û hewesandina hilberîn û kedê ye.

1- Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney ji bo hemû berhemên antîkapîtalîst, antîzayendperest, antîşovenîst, antîtuxmperest û antîemperyalîst vekirî ye.

2. Di kategoriya çîrok û helbestan a mîhrîcanê de tirkî, kurmancî, kirmanckî û ermenkî; di kategoriya sînemayê de bi jêrnivîsa tirkî dê werin qebûlkirin.

3. Bêyî ku amatorî an jî profesyelî; temen, zayend, aîdiyeta eknîk û aîdiyeta çînî ya objektîf li ber çavan bê girtin, beşdarî li ber her kesî vekirî ye. 

4. Mijara helbestan serbest e. Her beşdarek herî kêm bi 3, herî zêde bi 5 helbestan dikare tev lê bibe.

5. Piştî beşdariyê kollektîfa organîszasyona mîhrîcanê berhemên resen -bi tene ji bo carekê- dikare li cihekî biweşîne yan jî neweşîne. Berhem dê neyên îadekirin.

6. Encam dê di 7’ê Hezîranê de di merasîma xelatan de werin daxuyandin.

7. Lijneya nirxandina helbestên bi tirkî ji Enis Akın, Nilay Özer, Seyyidhan Kömürcü; lijneya nirxandina helbestên bi kurmancî; Renas Jiyan, Berken Bereh, Kawa Nemir; lijneya nirxandina helbestên bi kirmanckî ji Bedriye Topaç, İhsan Espar, Berfin Jêle; lijneya nirxandina helbestên bi ermenk ji Sevan Değirmenciyan, Tamar Mangasar ve Lusyen Koper pêk tê.

8. Dê ji helbestên ku dikevin dereceyê û tên ecibandin, berhevokek bê weşandin û ji xwediyên berheman re bê şandin. 

9. Beşdarên ku bi helbestên xwe tev li mîhrîcanê dibin, wekî ku rêgezên rêziknameyê pejirandibin, tên hesibandin.

AWAYÊ SERLÊDANÊ û TAYBETMENDIYÊN TEKNÎK:

10. Kesên ku dixwazin bi rêya e-maîlê tev li mîhrîcanê bibin, li gorî şert û mercên li jêrê, di ser navnîşana yilmazguneyksf@gmail.com re dê serlêdanê bikin.

11. Ji bo serlêdana yekser an jî bi posta/kargoyê navnîşana serlêdanê wiha ye; “Yüz Çiçek Açsın Kültür Merkezi, Mahmut Şevket Paşa Mah, Piyale Paşa Cad. No: 154/3, Okmeydanı, Şişli/İSTANBUL”

12. Divê berhem li gorî formata belgeya wordê, bi karakterên Times New Roman û puntoya 12 û yek navber bên amadekirin.

13. Dîroka dawîn a beşdariyê 15 Avrêl 2020 e û şert û merc wiha ne:

– Çapeya bi ebada A4 a helbestan (6 hejmar)

– Halê qeydkirî di formata wordê de li CD’yekê (belgeya wordê divê bi “navê xwediyê berhemê-navê berhemê” hatibe binavkirin, heman agahî divê li ser CD’yê jî bên nivîsandin)

– Forma serlêdanê ya bê kêmasî hatiye dagirtin (www.yilmazguneyksf.org)

– Wêneyekî tîmsalî yê xwediyê/a berhemê (divê li pişta wêneyê nav û paşnavê xwediyê/a berhemê bê nivîsandin.)

BERHEMÊN KU DÊ NEYÊN NIRXANDIN:

– Berhemên ku berê bi awayekî çapkirî yan jî dîjîtal hatibin weşandin,

– Helbestên ku qismek an jî bi temamî ji cihekî hatibin kopîkirin û ne aîdî kesên ku navê wan wek nivîskar derbas dibe, bin.

– Helbestên ku beriya dîroka dawîn a serlêdanê hatine radestkirin. 

XELAT:

– Ji 6 kesên ku ji hêla lijneya nirxandinê ve bên diyarkirin re dê di 7’ê Hezîrana 2020’an de li Stenbolê di merasîma xelatdayînê de;

– Ji bo xwediyên berhmên ku “Xelata Yilmaz Guney”, Xelata Hewesandinê” û “Xelata Juriyê” wergirtine;

– Peykerokên taybet bi mîhrîcanê hatine sêwirandin, werin pêşkêşkirin.

– Ji hêla Weqfa Yilmaz Guney ve afîşên resen ên fîlmên Yilmaz Guney werin diyarîkirin.

– Berhemên ku ji hêla lijneya nirxandinê ve di kategoriyên çîrok, helbest, karîkatur û wêneyan de hatine diyarkirin, ji hêla Weşanên Sanci ve wek katalog bên çapkirin.

– Dê seteke pirtûkên Yilmaz Guney ku ji hêla Weqfa Yilmaz Guney ve hatine weşandin, dê wek diyarî were dayîn.